Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Di êrişa li ser balafirgeha Abû Dabî de kesekî ji Asyayê mir, 7 kes jî birîndar bûn

Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Zayedê ragihand ku di êrişan de kesekî ji Asyayê jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Balafirgeha Zayed a li paytexta Îmarat Abû Dabiyê de hate ragihandin ku di êrişa Îranê ya li ser balafirgehê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Îmarat îdîa dike ku hema bibêje temamiya balafirên bê mirov û fuzeyên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, hatin bêbandorkirin. Di daxuyaniya rêveberiya balafirgehê de hate gotin, windahî ji ber "enqazê" balafireke bê mirov a hate xistin rû da. Li gorî daxuyaniyê kesê jiyana xwe ji dest da ji Asyayê ye.